Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Partiya Demokrat çû ber dilovaniya xwe

17:07 - 24 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li Başûrê Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia” yê, “Ebdulah Qadirî” kurê “Ehmed” piştî temenek pir ji xebat, çû ber dilovaniya xwe.

“Ebdulah Qadirî” li rêketa 13`ê Xezelwera sala 1323`an, li bajarê Seqizê ji dayîk bû ye.

Navbirî sala 1354`an, foqê dîplom di zanîngeha “Aborî” de wergirt.

Navbirî li salên 1356 û 1357`an, dest bi çalakiyên teşkîlatî kir, di heyama karê teşkîlatî de hemû erkên xwe bi dilsoziyê ve birêve dibirin.

Ebdulah, di sala 1359`an de, ji aliyê rejîma kevne perest a Îslamî ya Îranê ve hate desteserkirin û bi midehê sê salan bo bajarê “Netenz”ê hate dûrxistin.

Li sala 1377`an, du lawên Ebdulah tevlî refên pêşmergên Kurdistanê bûn, û piştre tev malbata wî, tevlî Hizba Demokrat dibin.

Ebdulah di dema pêşmergayetiya xwe de, di organa Perwerdê de kar kiribû.

Navbirî heya dawiya jiyana xwe, emegnasê rêbaza Hizba Demokrat mabû, û bi hemû hêz û dilsoziya xwe ve erkên Hizbê bi rêve dibir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.