Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Partiya Demokrat çû ber rehmetê

17:56 - 7 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xwedêjêrazî “Mihemedemîn Sware” endam û birayê şehîdekî PDKÎ, li bajarê Pîranşarê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî rêkefta 12`ê Rezbera 1397`an, xwedêjêrazî “Mihemedemîn Sware” xelkê gundê “Sêllo” a girêdayî devera Berbend a ser bi bajarê Pîranşarê, li temenê 82 saliyê de, bi sedema nesaxiya şêrpence di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de, çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazî “Mihemdemîn” li salên 1346`an û 1347`an  digel Partiya Demokrat pêwendî digire, û dibe heval û alîkarê pêşmergeyan; Û her di destpêka şoreşa gelên Îranê de dîsan wekî pêşmergeyekî eşkere dest bi çalakiyan dike.

Navbirî bi sedema lêhatîbûn û pêgeha civakî a hizbê di devera Berbine de, karê rêkixistinî (teşkîlatî) li devera Berbine li beşa civakî de pê tê spartin û heya wê demê li ser îzina hizbê bi sedema derbaziya jiyanê, vedigere bo aliyê malbata xwe, lê xwedêjêrazî di mala xwe de jî erk û wezîfeya hizbê bi dilsozî û exlaqê şoreşgeran ve encam dida û kêşe û arîweyên civakî yên xelkê herêma xwe çareser dikir.

Termê xwedêjêrazî, “Mihemedemîn” di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.