Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ, li bajarê Hewlêrê, bi sedema bûyera agirpêketinê, canê xwe jidest da.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêşcşemî, 26`ê Befranbarê, “Kambîz Zahîd Yekta”, kurê “Îsmaîl”, endamê PDKÎ, li bajarê Hewlêrê , di bûyera agirpêketinê de, canê xwe jidest da.
Xwedêjêrazî, di mala xwe de rastî vê bûyerê hatibû û canê xwe jidest da.
Xwedêjêrazî, bo karûbarê Hizbê, di Komiteya Soran de, hatibû rêkxistinkirin.
PDKÎ, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xemên wan dizane.