Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ bi sedema qezaya tirafîkê canê xwe jidest da

14:15 - 15 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Di qezaya tirafîkê de endamekî PDKÎ li Geliyê Xiruşo ya li herêma Deştebilê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 23`ê Banemera 1398`an, endamekî PDKÎ yê bi navê “Xelîl Ebdî” yê temen 52 salî û kurê Ebdulla bi sedema qezaya tirafîkê li Gelî Xiruşo ya girêdaiy herêma Deştebêlê canê xwe jidest da.

Xwedêjêrazî li sala 1368`an bi  hegera endambûn di PDKÎ de û xebata rêkxistiniya vê partiyê de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bo heyama 18 mehan di girtîgehê de derbaskiriye û piştire hatibû azadkirin, xwedêjêrazî emegnasê rêbaza şehîdan bû û  xebata xwe berdewam dikir da ku dîsan, li sala 1373`an ji aliyê îtila`ata rejîmê ve hate desteserkirin û rastî gellek lêdan û êş û azaran hatibû, lê, navbirî her berxwedarbû, û bo heyama 5 salan di girtîgehê de derbaskir û piştre hate azadkirin, û dîsan wekî berê rêbaza xwe berdewam kir.

Xwedêjêrazî xwediyê malbateke nîştimanperwer bû, û her di vê pêwendiyê de jî, birazayê navbirî ku pêşmergeyê PDKÎ bû, yê bi navê “Şaxewan Ebdî” sala borî di gel komek hevalên xwe di şer û pevçûnekê digel rejîma terorîsata Îranê li çiyayên Kêleşînê hatine şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizim, kesûkar û malbatên wî û xwe pişkdarê vê xema wan dizane.