Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ber dilovaiya xwe

11:59 - 22 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Li welatê “Norvej”ê endamekî PDKÎ çû ber rehmetê.

Roja Çarşemî 1`ê Reşemehê (21`ê Şibatê),  Mehmûd Nûrî, naskirî bi “Xale Mehmûd” endamê PDKÎ, li welatê “Norvej” çû ber dilovaniya xwe.

Mehmûd Nûrî, sala 1314`an, li gundê Xelîfeliyan, a girêdayî bajarê Nexedê, di malbateke nîştimanperwer de jidayîk bibûye.

Navbirî li sala 1357`an, digel serhildana gelên Îranê, tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ dibe.

Di heyama pêşmerge bûnê de, di organên cuda yên hizbê de, erkên wekî Berpisayetiya beşa teqemenî a hizbê, bo heyameke dûr û dirêj jî, di beşa gurimik û herwisa çend salan jî, di beşa xizmetkirinê de, bi stûyî bûye.

Xwedêjêrazî hertim digot ku du hêviyê wî hene, yek ji wan azadiya Kurdistanê bi çavê xwe bibîne ya din jî serdana qebrên rêberên şehîd yên li Perlasheze ne bike.

Herçawan ku xwedêjêrazî şiya bigihîje yek ji hêviyên xwe, û serdana qebrên rêberên şehîd bike, lê mixabin mirinê mecal neda, da ku azadiya Kurdistanê jî bibîne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê wê xema wan dizane.