Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ li bajarê Sine, bi sedema qezaya tirafîkê canê xwe ji dest da.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Sêşemî 28`ê Reşemehê, endamekî PDKÎ yê bi navê “Perwîz Pîrîpûr” xelkê gundê Ewêheng a girêdayî bajarê Sine, li dema amadekariyên rêûresima Newrozê, li “Gerdena Selewat ava”yê, di qezaya terafîkêde de, canê xwe ji dest da.
Hêjayî basê ye ku, navbirî endamekî çalak û dilsoz yê PDKÎ bû, û xwediyî malbateke nîştimanperwer bû, her di vê pêxemê de jî, mamê navbirî yê bi navê, “Mihemed Behramî” û herwisa xalekî wî, di riya tijî ji serbilindî a PDKÎ tevlî karvana şehîdên sorxelat yên riya rizgariya Kurdistanê bû.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.