
Kurdistanmedia: Endamekî PDKÎ yê xelkê bajarê Sine, bi sedema nesaxiyî çû ber rehmetê.
Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamekî berê yê PDKÎ yê bi navê Cesîm Mistefayî, naskirî bi Qale, jidayîkbûyî 7`ê Reşemeh a 1332`an, û xelkê gundê Şiyan a girêdayî devera Jawaro a ser bi parêzgeha Sine, li nexweşxaneya bajarê Sine, çû ber dilovaniya xwe.
Navbirî endamekî çalak û lêhatî yê PDKÎ bû, û di nav xelkê de, xwediyî rêz û hûrmeteke taybet bû, û heya dawiya jiyana xwe emegdarê rê û rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê ma.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat û xizm û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe hevparê vê xema van dizane.