Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

14:00 - 24 Hezîran 2020

Roja Sêşemî, 3ê Pûşper a 1399an a Rojî (23ê Hezîran a 2020), endamekî dilsoj ê PDKÎ ê bi navê “Zahid Qismetî” û kurê “Sofî Hesen Qismetî”, xelkê gundê “Soredokel” a girêdayê Devera Mirgewer ya bajarê Urmiyê, piştî 3 sal berengarîkirin digel nexweşiya şêrpence, di temenê 60 saliyê de koça dawî kir.

Navbirî di sala 1360`an a Rojî de, bi Rêkxistina PDKÎ ve pêwendiyê digre û dibe endamê PDKÎ.

Xwedêjêrazî kesekî netirs û çeleng bû û di nav xelkê de jî kesekî naskirî û birêz bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarê “Zahid Qismetî” û xwe şerîkê xema wan dizane.