Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ di devera Mirgewer de koça dawiyê kir

13:11 - 1 Îlon 2020

Roja Sêşemî, 1ê Îlon a 2020an endamekî dîrîn yê PDKÎ, bi navê Hecî “Mecîd Ebdî” û xelkê gundê “Nêrgê” a girêdayê devera Mirgewr û rûniştiyê bajarokê Dizeya Mirgewer a bajarê Urmiyê, û kesekî naskirî yê devera Mirgewer, Tirgewer, Berandêz û Urmiye û herwisa Deştebêl û Şinoyê, di temenê 87 saliyê de bi sedema nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.

Hecî Mecîd di sala 1324an de, pêwendî bi Rêkxistina PDKÎ ve digre û Rêkxistian PDKÎ erkê gihandina peyamên girîng û veşartina têkoşerên Demokrat pê dispêre,

Erkê xwedêjêrazî piştî şoreşa gelên Îranê zêdtir dibe û tevî erkê wî yê berê, erkê veguhastina çekûçol û teqemeniya şoreşvanên Demokrat pê hatibû spartin, û herwisa mala xwedêjêrazî bibû cihê mana Hêza Pêşmergê Kurdistanê.

Xwedêjêrazî kurê şehîd Hecî Mehmûd, pêşmergê Komara Kurdistanê bû ku ji aliyê bikirêgirtiyên rejîma Xomêynî ve, bi awayekî nemirovane hatibû şehîdkirin.

Termê xwedêjêrazî, bi beşdariya xelkê deverê di nav goristana bajaroka Dizeya Mirgewer de li tenişt gora şehîdan bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.