
Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê “Seîd Feqêpûr” kurê Kerîm û xelkê gundê “Wezn”ê yê ser bi bajarê Nexedê rêkevta 8`ê Befranbara 1400`an a Rojî, bi sedema nesaxiya dil koça dawî kir.
Xwedêjêrazî “Seîd”, berê pêşmergeyek zîrek yê Hizbê bû.
Navbirî sala 1360`ê tevlî Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe û piştî bi dawîhatina dewreya despêkî li Hêza Efşîn û Lika Yek a şehîd Îsmaîl Kirmanc de tê rêkxistinkirin û piştî vê ku zîrekatiya xwe nîşan dide wek kadrek dermanî yê wê hêzê tê diyarîkirin.
Xwdêjêrazî di piraniya şerên digel hêzên Spaha Pasdaran a terorîst de beşdarî kiribû; Piştî vê ku hin kêşe û arîşên malbatî bo wî hatine pêş li ser îzna Hizbê vegeriya navxweyê Kurdistanê.
Navbirî her wek endamê nihênî yê PDKÎ mabû û dirêje bi kar û çalakiyên xwe dabû.
Termê navbirî li gundê “Wezn”ê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.