Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li bajarê Şinoyê koça dawî kir

12:10 - 3 Gulan 2021

Roja Yekşemî 12`ê Banemerê, “Şoreş Emîn Tac” xelkê gundê “Xanler” ê ser bi bajarê Şinoyê bi sedema celteya dil malavayî li jiyanê kir.

Xwedîjêrazî kurê “Silêman û Zulêyxa”yê bû û li sala 1359an a Rojî de ji dayîk bibû. Xwedîjêrazî piştî çûn bo dibistanê heta asta dîplomê xwendina xwe berdewam kiribû.

“Şoreş” bi sedema hişyarbûn ji rewşa siyasî a Kurdistanê û zima rejîma dagîrker a Îranê, li sala 1385`an a Rojî ji rêya teşkîlata nihînî ve pêwendiyê bi PDKÎ ve digre û wek endamê nihînî erkê Hizbê bi rê ve dibe.

Rejîma Îranê li tirsa vê ku xelk di rêûresma bi axspartina wî de beşdariyê nekin, termê xwedîjêrzî di nexweşxaneyê de ragirt û di şev de radestî malbata wî kir.

Termê xwedîjêrazî di nav girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje xizim, malbt û kesûkarên xwedîjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.