
Roja Çarşemî 20ê Tîrmehê, endamê PDKÎ “Silêman Şehbazî” yê xelkê gundê “Naznaz”ê girêdayî devera “Dizeya Dol”ê girêdayî bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
“Silêman Şehbazî” li sala 1358an a Rojî, bû endamê PDKÎ û mijûlê karên rêkxintinî bibû, û navbirî endamek çalak û xwedî ked bû.
Navbirî alîkarê berdewam yê kadr û pêşmergeyan bû û li warê dabînkirina hewcehî û gihandina nûçeyên taybet, hevkariya PDKÎ û pêşmergeyan dikir.
Navbirî bi sedema ked û xebata xwe heskiriyê pêşmerge û xelkê deverê bû.
“Silêman” heta dawiya jiyana xwe emegdarê rêzaba PDKÎ yê bû û hertim alîkarê şoreşê bû.
Rêzdar “Silêman Şehbazî” roja Çarşemî 20ê Tîrmehê koça dawiyê kir û termê wî ji aliyê xelkê gundê Naznaz û deverê, bi axa pîroza Kurdistanê hat spartin
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêjee malbat û kesûkarên “Silêman” û xwe bi hevparê xema wan dizane.