Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li gundê derbendê koça dawiyê kir

12:56 - 31 Adar 2022

Endamekî PDKÎ li gundê Derbend girêdayê devera “Dizeya Dolê” yê bi navê “Fexredîn Feyzî” bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kiriye.

Çend rojan berî niha, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê “Fexredîn Feyzî” kurê “Cewer” û “Sara”(Sarê)yê bi sedema nexweşiya şêrpenceya xwînê koça dawiyê kiriye. Navbirî li sala 1343an a Rojî de li gundê Derbendê ji dayîk bibû.

Navbirê xwediyê 6 zarokan e.

Termê Fexredîn Feyzî bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroza Kurdistanê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Fexredîn Feyzî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.