Endamekî welatparêze PDKÎ, bi navê Esed Qizilbaş, xelkê gundê Qizilbaş a girêdayî bi Bajarê Makuyê bi hegera Sekta Mêjî koça dawî kir.
Esed Qizilbaş mirovekî xweşnav û welatparêz bû.
Navbirî pêşda bo heyamekê Pêşmerge bû, piştî hingê berdewam seredana Hizba Demokrat dikir û tu caran peywendiya xwe di gel Şoreşê û Hizbê qut nekir.
Malbata Esed û Qizilbaşiyan, malbateke welatparêz û hizb doste.
Cinazê Esed Qizilbaş bi axa Nîştman hate sipartin.
Mixabin li ber rewşa awarteye ku bi hegera Vîrûsa korona yê, malbata rêzdare Qizilbaş bona berçavgirtina tendirustiya xizm û kes û karan , ragihandin ku çi merasimeke Şîn û sersaxiyê birêwe nabin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat, xizm û kesên Esed Qizilbaş û xwe şirîkê xema wan dizane.