
Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê “Îsmaîl Altûn” û xelkê gundê “Nimincê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê roja 22`ê Gelawêjê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî li sala 1358`ê ya Rojî tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe û wek pêşmergeyekî jêhatî erkên Hizbê li nav refên pêşmergayetiyê de bi rê ve dibe.
“Îsmaîl Altûn” sala 1365 a Rojî li ser daxwaza Hizbê diçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir wek endamekî kêrhatî û zîrek erkên Hizbê di navxweyê welat de bi rê ve dibe.
Xwedêjêrazî ji malbatek xweşnav û naskirî ye û hertimî şanazî bi rêbaza şehîdan dikir û heta dawiya jiyana xwe wefadarê rêbaza tejî serwerî ya şehîdan bû.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya wî de bi beşdariya xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî “Îsmaîl Altûn”, û xwe şerîkê xema wan dizane.