
Endamê PDKÎ “Kawe Mûsazade” yê temen 25 salî kurê “Enver û xelkê “Selasa Bawecanî” ku akinciyê kempa “Barîke”yê bû li roja Dûşemî 22ê Çiriya Paşîn li sînorê “Lehistan-Bilarûs”ê de bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da.
“Kawe Mûsazade” li sala 1375an a Rojî di malbatek welatperwer û şoreşger de li kempa “Eltaş”ê li “Romadiye” ya Îraqê ji dayîk bibû, malbata “Kawe” li sala 1358an a Rojî wekî penaber di wê kempê de niştecî bibûn.
“Kawe Mûsazade” digel malbata xwe li sala 2005an a Zayînî, bo kempa “Barîke”yê girêdayê bajarê Silêmaniyê hatibû veguhastin û ser bi Komîteya Rêkxistin a Silêmaniyê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê bi malbat, xizim û kesûkarên “Kawe Mûsazade” dide û xwe bi şirîkê xema wan dizane.