Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎyê li bajarê “Nodşe”yê koça dawiyê kiriye

12:52 - 31 Adar 2022

Endamekî PDKÎyê yê bi navê “Îsmaîl Ref`etî” li bajarê Nodşeyê koça dawiyê kiriye. 

Endamekî PDKÎyê yê bi navê “Îsmaîl Ref`etî xelkê bajarê Nodşeyê li rêkefta 6ê Xakelêîweyê  koça dawiyê kiriye, wedêjêrazî “Îsmaîl Ref`etî” li sala 1320an de ji dayîk bûye û li sala 1358an tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bibû ku di sala 1367an de li ser îzna Hizbê çûbû navxwe û bo heyamê 3 mahan hatibû binçavkirin, Xwedêzêrazî bi sedema kalbûnê koça dawiyê kiriye.

Xwedêjêrazî Îsmaîl Ref`etî, birayê şehîd “Resûl Ref`etî” û bavê şehîd “Umîd Ref`etî” ye.

Termê xwedêjêrazî bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî “Îsmaîl Ref`etî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.