Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Spaha Pasdaran a terorîst ku li şerê Sûriyê de beşdarî kiribû hatiye kuştin

12:48 - 2 Îlon 2021

Di 10ê Xermananê de pasdarekî rejîma Îranê yê bi navê “Mihemed Norûzî” ku di şerê Sûriyê de beşdarî kiribû hatiye kuştin.

Ew pasdarê terorîst xelkê bajarê “Qezwên”ê ye û zêdetir ji 4 salan e ku wekî “Parêzerê Herem”li Sûriyê beşdariya şer kiriye û di wî şerî de roleke berçav hebûye.

Di destpêka şerê Sûriyê de ji sala 2011an ve, bi 100an endamên payebilind ên Spaha Pasdaran a terorîst li şer û pevçûnê di Sûriyê de hatine kuştin û ew jî di halekê de ye ku rejîma Îranê amadebûna hêzên leşkeriyên xwe li Sûriyê red dike.

Karnas basa vê yekê dikin ku rejîma Îranê tevî ku pereyeke gelek zêde li Sûriyê bi heder daye û dide, lê niha rola rejîma Îranê di wî welatî de kêm bûye.