Kak “Resûl Mihemedzade”, endamê xebatkar û kevnar yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xelkê gundê “Bêmzurtê” ser bi bajarê “Şino” yê di temenê 61 saliyê de çu ber dilovaniya xwe.
Kak Resûl endamekî dilsoz û bi wece PDKÎ bû ku heya dawî dema jiyana xwe, emegdar û rêvîngê rêbaza Hizba xwe ma.
Ev birayê xebatkarê kevnar û demokrat , kak “Enwer Mihemedzade” yê naskirî bi Enwer Şikak bû.
Partiya Demokrat a Kurdisana Îranê sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê kak Resûl Mihemedzade dike û xwe şirîkê xem û kovaniya wan dizane.