Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ Ala ya Kurdistanê bilind hildan

13:56 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endamên PDKÎ di çalakiyên teblîxî de, Ala ya Kurdistan ê bo pêşewazîkirin ji 25ê “Gelawêj”ê,bilind hildan.

Roja Yekşemî, 26ê Tîrmehê, endamên PDKÎ di bajarê “Pîranşar”ê de, çalakiya teblîxî lidar xistin û Ala ya Kurdistan ê, li sûlav a “Kanî Lose”ê hildan.

Cihê wê Ala ya Kurdistan ê ku lê hatiye hildinê, cihekî asê ye û di beramberî binkeyekî Spaha terorîste Pasdaran deye.

Fermandeyê wê binkeya Spaha Pasdaran, berê bikirêgirtiyekî rejîmê bi navê “Hasil Ehmedî” bû.

Di heyamê derbasbûyî de, xelkê Kurdistanê bona pêşewazîkirin ji 75 emîn salroja avakirina PDKÎ, çalakiyên teblîxî bi rê ve birine û rêz ji bîranîna wê girtine.

Herwisa hejmarek ji kesayetî û aliyên siyasî yên naskirî yên Kurd û netewên dinê, bîr û yada damezrîna wê Hizbê, ji têkoşerên wê rêbazê pîroz kirine û bi wê hilkevtê, peyam belav kirine.