Bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê, endam û pêşmergên Bajar ên PDKÎ di Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajrê Mihabadê de bi nivîsîna siloganan, 10`ê Xakelêwe bilind nirxandin û çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Herwisa li bajarê Sineyê, Pêşmergên Bajar, bi nivîsîna siloganên wekî, roja Şehîdên Kurdistanê roja pêdagiriya jiyanê ye û em domkerê rêya şehîdên Kurdistanê ne, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Bi wî awayî endam û alîgirên PDKÎ di Rojhilatê Kurdistanê de bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, digel şehîdên Kurdistanê jî peyam nûkirin ku heya gihîştin bi azadî domkerê rêya wan dibin.