Kurdistanmedia: Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistan, di bajarê Seqizê de bi weşana peyamekê peyman digel Pêşmergên Kurdistanê nû kirin.
Peyam wiha ye:
Em endamê PDKÎ li bajarê Segizê silav ji ve re dişînin
Bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, em serê xwe li hember pêşmeregên bajar û çiya ditewînin û peymana domkirina xebatê digel wan nû dikin.
Em bi hilkefta wê roja mezin ji malbatên şehîdan, hepsiyên siyasî û pêşmergên qehriman ên Kurdisatanê re pîtozbahiyê dibêjin û em daxwaza saxlemiyê bo tev pêşmergan dixwazin.
Rejîmên dagîrker ên paşatî û axûndî bi jêbirkirin û xirabkirina navê “Pêşmerge” hemû şereke cinayetkarane û nerim lidar xistine, lê her serkevtî nebûn û bi xweşiye ve niha jî Pêşmergê Kurdistanê, remiz û Ustûreyê rizgariyê û hezkiriyê gelê Kurd e.
Rasana Rohilatê îzbat kir ku nav bajarên Kurdistanê pirin ji pêşmerger û çavnihêriyê fermanê ne ku rejîma Îranê bipêçine di nav hev de, em dîsan jî we alxahîn dikin ku bajar hertimî amadeyê cangoriyê ye.
Bijê hêza Pêşmergê Kurdistanê
Merg û neman bo rejîma terrorist ya axûndî
Endamên PDKÎ li bajarê Seqizê