Kurdistanmedia: Çalakiyên bangeşeyî yên endam û alîgêrên PDKÎ li bajar û deverên Kurdistanê, rejîma Îranê dihejîne.
Li gorî nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat li bajarê Mehabad û gundê Dizê ya girêdayî bajarê Urmiye, bo piştevanîkirin li PDKÎ, Hêza Pêşmergê Kurdistanê û berdewamkirina rêbaza şehîdên Kurdistanê, çalakiyên bangeşeyî lidarxistin.
Şeva Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an, endam û alîgirên Partiya Demokrat li ser tirba şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, li gundê Dizê ya ser bi devera Mirgewer ya girêdayî bajarê Urmiye, bi hildana alaya Kurdistan û cemedaniyê û herwisa bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Bijî Rasan, û bijî Pêşmerge” çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.
Hevdem sibêzûya roja Sêşemî 14`ê Cozerdana 1398`an, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, êrîşî li ser tirba şehîdên Kurdistanê li gundê Dize ya ser bi devera Mirgewer kirbûn, da ku alaya pîroz a Kurdistanê, li wî cihî bînin xwarê û dirûşmên ku hatine nivîsandin jî, jêbir bikin, lê, xelkê deverê bi hilkefta hatina cejna Remezanê, serdana tirba şehîdên Kurdistanê kirbûn, lê, vêderê rastî hêzên serkutkar yên rejîmê dibin û wir tên dexistin.
Her di vê pêwendiyê de, bivêrên Demokratê, li bilindahiyên bajarê Mehabadê, bi hildana alaya pîroz ya Kurdistanê, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê nîşan dan.