Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin

12:05 - 3 Adar 2020

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta salvegera ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Endamên PDKÎ di bajarê “Pawê” de bi belavkirina wêneyên şehîdan û bi silogana teybet, digel rêbaza şehîdan peymana xwe nû kirin.

11`ê Reşeme ya îsal, 40 sal ji ser xebata eşkere ya PDKÎ re derbas dibe, di yekem kombûna eşkere ya PDKÎ ku piştî serketina şoreşa gelan di welatê Îranê de, di stadiyoma bajarê Mihabadê de bi rê ve çûbû, tevgera Netewî-Demokratîk, bi lezgînî seranserê Kurdistanê girte ber xwe.

Di wê kombûnê de, şehîdê hertim zindî, “Dr. Qasimlo”, çend gotinek pêşkêş kiribûn.

Şehîd “Dr. Qasimlo” di gotinên xwe de, avakirina sîstemekî demokratîk di Îranê de, bi merca bi cih hatina xwestên rewa yên netewa Kurd da zanîn.

“Dr. Qasimlo” di wê mîtîngê de, basek li ser dîroka PDKÎ di serdema desthilata Şah de pêşkêş kir û bas kir ku tohmetbarkirina netewa Kurd bi “cudaxweziyê”, gotineke kevn e û dujmin hewil didin bêxîne stuyê PDKÎ.