Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin

18:44 - 4 Gulan 2020

Endamên PDKÎ di bajarên Mihabad û Sineyê de, ji bo piştevanî ji PDKÎ çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Roja Yekşem, 3`ê Gulanê, endam û alîgirên PDKÎ di devera “Şamat” û di gundê “Befrevan” a girêdayê bajarê “Mihabad”ê, bi nivîsîna siloganan, çalakiyên berfireh lidar xistin.

Ew siloganên ku ji aliyê qehremanên Demokrat ve hatibûne nivîsandin wiha ne: “Bijî Pêşmerge, Qasimlo namire, bijî PDKÎ û bijî Rasan”.

Hevdem, xortên tekoşer yên Demokrat di “Awiyer”a bajarê Sineyê de, bi danîna Axabanî û gulên sor, piştevaniya xwe ji PDKÎ re dubare kirin.