Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ di bajarê Bokanê de çalakiya banghêjî bi rê ve birin

17:45 - 13 Hezîran 2020

Endamên PDKÎ bi armanca bilindragirtina rêbaza PDKÎ, çalakiya banghêjî bi rê ve birin.

Roja Pêncşemî 22`ê Cozerdanê, endamên PDKÎ di çalakiyeke berfireh de û bi belavkierina “Wesiyetname”ya şehîd “Pêşewa Qazî” û siloganên wekî: “Bijî PDKÎ û serbikeve Rasan” û bi balavkirina “CD” ya rêûresma Newroza sala 1394`an di çiyayên Kurdistanê de, bîr û hizra Demokratîkxwazaneya Partiya PDKÎ di nav xelkê wî bajarî de, belav kirin.

Ew cihên ku çalakiyên banghêjî lidar xistin wiha ne: “Binareya Terexe, nav baxên Sedir Ava, Baxên Îngîc, Bilvara Azadigan, Sêrêyên Xaweran, şeqama “Seyîd Şukre, Şeqama Sîlû, Şeqama Dr.Qasimlo heya Şehreka Ferhengiyan û Mîrava ya Bokan”ê .

Endamên PDKÎ bi rêya çalakiyên banghêjiyê ve, peyama azadixwaziya xwe digihînine xelkê welatparêz û xebatkar ên Kurdistanê.