Endam û alîgirên PDKÎ di “Şarwêran”a girêdayê bajarê Mihabadê de, bi hilkevta salroja terorkirina “Dr. Qasimlo”, peymana xwe nû kirin ku heya dawî ya jiyana xwe, wefadarê rê û rêbaza şehîdan bin.
Deqa peyamê wihaye:
Di salroja şehîdkirina rêberê mezine me ku 31 sal bi serde derbas dibe, bejna xwe li hember bîr û hizra demokrasîxwaziya wî kesê mezin ditewînin.
Di wê rojê de destê reşe ya terorê, gula ser çiqa dara azadiyê werand, lê roniya wê rê û rêbaza wî, heya niha jî xevna dagirkeran betal kiriye û xev ji çavên wan verevandiye.
Rêberê min, tacê serê min, biryara rêvîngên rêya te heta hetayî ye û Ala ya xebata ku te bilind kiriye, her dê bi bilindî bimîne û Ala ya rêbaz û xebata te heya bidestveanîn a armancên te bi ti xwîn û wêraniyek, bi her nirx û xisareke din jî be, nakeve û nayê jinavbirinê û to û koka şitilandî ya azadiya te, her dê cîlo bide û nayê birînê û nayê navbirinê.
Silav û rêz bo xwîna te ya ku, bi neheqî hatiye rijandin.
Îro em digel rêbaza pir ji serweriya te peymena wefadariyê nû dikin û sozê didin ku heya dawî yên jiyana xwe, wefadarê rê û rêbaza te bin û heya bidestveanîna “xwezî û armancên te” ti tengavî û astengiyek nikare pêşî ji me bigire û heta serkevtinê narawestin û heya dagîrkeran dernexin em nasekinin.
Endam û alîgirên PDKÎ li Şarwêran a Mihabad