Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ di bajarê Seqizê de çalakiya banghêjî bi rê ve birin

13:28 - 26 Nîsan 2020

Endamên PDKÎ di bajarê Seqizê de, bi nivîsîna siloganên PDKÎ û daliqandina alaya Kurdistanê, amadebûna xwe bo her core erkek dane xuya.

Roja Şemî, 25`ê Nîsanê, tekoşerên PDKÎ li bajarê Seqizê, bi nivîsîna siloganên PDKÎ û daliqandina alaya Kurdistanê, piştevaniya xwe bo PDKÎ dûbare kirin û çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ew cihên ku çalakiyên teblîxî bi rê ve çûbûn wiha ne: ”Çiyayên Kelî Ba, Kanî Ba, Du Bira û Sultan, yên girêdayê gundên Gogce, Şaqela, Tewekelan û Nêrgesele”.

Siloganê wan çalakiyan ji: “Bijî PDKÎ, bijî Rasan, neman bo rejîma tepesekar û  Bihirife rejîma axundî û kevne perest”, pêk hatibû.