
Piştî êrîşên terorîstên rejîma Îran ê bo ser binke û bargehên hêza “Pêşmergên Kurdistan”ê di çiyayên Kurdistanê de, endamên PDKÎ di bajarê Tehranê de, peyamekî bi hêz belavkirin.
Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Tehran ê de, êrîşa rejîma Îslamî a Îranê bo ser binke û bargehên hêza “Pêşmergên Kurdistan”ê bi tundî, şermezar kirin.
Di wê peyamê de hatiye: “Em endamên PDKÎ amadene ku, li seranserî Îran ê bi taybet di Rojhilatê Kurdistanê de, di çarçoveya biryarên PDKÎ, bersiva wan êrîşên terorîstî yên Spaha Pasdaran bidin”.
Endamên PDKÎ tekezî kirine ku: “Em ji bajarê Tehran a paytexta Îranê de radigehînin ku, hekî rejîm dest ji dagîrkirina Kurdistanê bernede, em endamên PDKÎ amadene ku bajarê Tehranê bikin bi çepera berewaniyê, rejîm dibe bi başî bizane ku bi 100an hezar Kurd di bajarê Tehranê de dijîn û Kurd di her cihî debe, amadeye bona berewanî ji armancên pîroz yên PDKÎ û şehîdan, her cihek bike çeper a berewaniyê û bersivekî tund bide terorîstên rejîmê.