Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ di bajarê Urmiyê de peyameke pîrozbahiyê bo PDKÎ şandin

13:18 - 7 Tebax 2020

Endamên xebatkar yên rêkxistina navxweye welat yên PDKÎ di bajarê “Urmiyê” de, bi hilkefta 25ê “Gelawêj”ê, 75emîn salvegera avakirina hizba Deokrat, peyamekî pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê Wihaye:

Em endam û alîgirên PDKî li bajarê “Urmiyê” di devera “Berandêz”ê de, 25ê gelawêjê, 75emîn salroja avakirina Hizba Demokrat, pîrozbahiyê ji hemû xelkê “Kurdistan”ê dikin.

Em endamên PDKÎ, wê roja dîrokî bi bilind radigirin û soza xwe nû dikin ku heya dawî dema jiyana xwe, em di xizmeta xebat û şoreşê de bin.

Em dîsan dibêjin ku bona cîbecîkirina heçî biryarekî PDKÎ, em amadene û mil bi milê “Pêşmergên Çiya” ji encamdana çi erkekekî qusûriyê nakin.

Endamên PDKÎ

Devera Berandêz a Urmiyê

6ê Tebax 2020,