Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ di Rojhilatê Kurdistanê de bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, serdana tirbên şehîdan kirin

11:32 - 28 Adar 2020

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê, li devera Ehmedî Kur a ser bi bajarê Bokanê, serdana tirbên şehîdan kirin û digel wan peyman nû kirin.

Endamên Partiya Demokrat li devera Ehmedî Kur a Bokanê, bi danîna alaya Kurdistanê li ser kêlên şehîdan û herwisa bi danîna axabanû û gulên sor li ser tirbên şehîdan, peyman digel rêbaza wan nû kirin.

Herwisa endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li gundê Şawanê ya girêdayê bajarê Şinoyê jî,  serdana parek ji tirbên şehîdên PDKÎ di nav goristanê wî gundî de kirin û digel rêbaza şehîdan peymana emegnasiyê nû kirin.

Gundê Şawanê heya niha di rêya rizgariya Kurdistanê de zêdetir ji 29 şehîd pêşkêşê bargeha azadiyê kiriye.