
Kurdistanmedia: Desteyek ji endam û xebatkarên Demokrat di bajarê Bokanê de peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 9`ê Hezîranê, desteyek ji endam û alîgirên PDKÎ di gundê “Alîkend” a girêdayî bajarê Bokanê, ji ber nêzîkbûna salroja şehîdbûna “Ebdullah Mihemedpûr”, birayê fermanderê şehîd “Qasim Baqî” serdana gora vî şehîdê nemir kirin, û peyamana xwe digel rêbaza şehîdan û rê û rêbaza PDKÎ nû kirin.
Şehîd “Ebdullah Mihemedpûr” sala 1342`an di gundê “Alîkend” a girêdayî bajarê Bokanê ji dayîk bibû, û di 25`ê Banemera 1360`î de di gundê “Sera” di encama şer û pevçûna di navbera hêzên pêşmergên Kurdistan û kirêgirtiyên rejîma Îranê de şehîd bibû.