Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li bajarê Çomana Başûrê Kurdistanê roja jidayîkbûna Dr. “Qasimlo” bilind nirxandin

10:54 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ li bajarê Çoman a ser bi Başûrê Kurdistan, bi hilkefta 89`emîn sala jidayîkbûna rêberê gelê Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” merasimek lidar xistin.

Roja Yekşemî 1`ê Befranbarê, komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi minasibeta şeva yeldayê roja jidayîkbûna rêberê gelê Kurd Dr. “Qasimlo”yê mezin merasimek lidar xistin.

Komîteya PDKÎ li bajarê Çoman a girêdayî Başûrê Kurdistanê bi amadebûna parek ji pêşmergên PDKÎ, endam û malbatên wan, merasima şeva Yelda şeva jidayîkbûna rêberê Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” bilind nirxandin.

Piştre “Elî Gagemî” berpirsê Komîteya PDKÎ li bajarê Çomanê çendîn gotinek Ii derheq şeva Yeldayê û şeva jidayîkbûna Dr. “Qasimlo” rêberê gelê Kurd pêşkêşê amadebûyan kir.

Di dawiyê de, kîka şeva Yeldayê ji aliyê yek ji endamê PDKÎ li komîteya çomanê ve hate birîn û paşê jî, ew merasime bi gotina sirûd û helbestan dawî pêhat.