Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê çalakiyên banghêjî lidar xistin

18:08 - 29 Hezîran 2022

Şeva Sêşemî 7ê Pûşpera sala 1401an a Rojî ji aliyê endamên PDKÎ li taxên “Taçînavê û Mîrabad” ên bajarê Şinoyê, bo nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdan, çalakiyên berfireh yên banghêjî bi rê ve birin.

Endamên PDKÎ di wê çalakiyê de siloganên cuda li ser dîwarên taxên Şinoyê nivîsandin ku beşek ji wan wiha ne: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Rasan berdewam e, serbikeve Rasan, neman bo caş û xwefiroşan û herwisa rêbaza şehîdan berdewam e”.

Endam û alîgirên PDKÎ bo piştevanîkirin ji PDKÎ û nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdên kurdistanê, bi berdewamî li gund û bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê, bi şêwazên cuda çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve dibin.