Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê pîrozbahiya 26`ê sermawezê kirin

10:47 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistan, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Şinoyê, di peyamekê de pîrozbahiya wê rojê ji tev pêşmergên PDKÎ kirin.

Peyama pîrozbahiya endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê bi wî awayî ye:

Em wekî endamên PDKÎ, bi hilkefta roja 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, silavekî gerim didine bi werzebaya azadî li bintara çiyayê Kêleşînê ve bo aliyê din ê sînor bibe û bide destê pêşmergê çiya û pêşkêşê wan bike.

Herwisa em endamên nehênî yên Hizbê, li bajarê Şinoyê peyman nû dikin, heya ku Rasan digihîje armancê xwe em bi can û mal amadeyê can goriyê ne, bo vê ku hiviyê şehîdên gelê me ku li pêxema serbestî û azadiya gelê xwe de canê xwe kirine qurbanî û herwisa rêberên me yên şehîd, bi cih bînin.

Careke din jî em vê cejna netewî li PDKÎ û pêşmergên can ji ser dest ên çiya, malbatên şehîdan û xelkê Kurdistanê dikin.

Silav li pêşmerge

Endamên nehênî yên bajarê Şinoyê