Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Tirgewer û Soma û Biradosta bajarê Urmiyê bi hev re bi hilkefta 22`ê Pûşperê, 32`emîn salvegera terorkirina rêberê navdar Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” peyamek belav kirin.
Peyam wiha ye:
Roja 22`ê Pûşperê xaleke herî reş a terorîstî ye ku kevtiye nav çavên rejîma kevneperest a Komara Îslamî. Bi terora rêberê mezin ê gelê Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo”, gelê bin dest û azadîxwaz ê Kurd bi dijwarî hate birîndarkirin, û ev birîne tenê bi xebat û domkirina rêbaza Qasimlo tê dermankirin.
Lewma em ji ciwanên demokratxwez û nemaze ên devera Tirgewer û Soma û Biradosta ser bi Urmiyê dixwzin ku bi hilgirtina çeka şerefê ya pêşmergayetiyê yan jî, bûn bi alîgir û endamê PDKÎ, rêbaza rêberê mezin ê gelê Kurd şehîd Dr. Qasimlo û hezaran şehîd û girtiyên siyasî, heta gihîştin bi armancên wan berdewam bikin.
Silav li canê paqij ê şehîd Dr. Qasimlo û tev şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê
Silav li Hizba Qasimlo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Tirgewer û Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê