Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
26`ê Sermawez roja Pêşmergê Kurdistanê, roja pir emegtirîn lawên Kurd, roja mezintirîn sermaye û hêvinên azadî û jiyanê pîroz be
Pêşmerge bi xwîna sor ya hezaran hevalên xwe yên şehîd, bi pêşengiya karwanê rêberên şehîd Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, tovê azadiyê di nav dil û hizra gelê Kurd de reşandiye û dujmin nikare gelê me û pêşmergên wê hizrê li hev cuda bike, çimkî ev di nav dilê gel de ne.
Heta jiyan mabe heta tovê azadiyê di hizra me de be, pêşmerge serwer e, û heta dîroknivîsîn hebe navê pêşmerge dê bi awayê “muqedes” bê nivîsandin û em bi hizir û pênûsa xwe nikarin pesna pêşmerge bikin û tenê em dikarin bêjin, her bijîn pêşmerge, çimkî jiyana gel bi hebûn û xebata we re girêdaye.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Tirgewera Urmiyê