Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li bajaroka Dizê ya Mergewer bi hilkefta 22`ê Pûşperê peyamek belav kirin

18:59 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2021

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Bajaroka “Dizê” ya devera “Mirgewer” a ser bi bajarê Urmiyê bi hilkefta, 32`emîn salvegera terorkirina rêberê navdar Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” peyamek belav kirin.

Peyam wiha ye:

Em endam û alîgirên PDKÎ di 32`emîn salvegera şehîdkirina rêberê Karîzmatîk û navdare Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî di bajarê “Viyen”ê vebîranîna wan bi bilind radigrin û bejna xwe bona rêzgirtin li wan şehîdan ditewînin.

Her wekî rêberê zana “Dr. Qasimlo”yê nemir digot: “Gelek ku dixwaze bi azadî bijî dibe nirxa wê azadiyê jî bide” û bi kiryar ew selimand em jî amade ne di wê rêbazê de her nirxekê bidin.

Em endam û alîgirên PDKÎ li Dizê ya Mirgewer di 32`emîn salvegera wê terora nacamêrane ku bi destê dîplomat-terorstên komara Îslamiya Îranê hate encamdan, şermezar dikin.

Bijî gelê azadîxwaz

Bijî pêşmerge

Bijî PDKÎ

Serkeve Rasan

Endamên PDKÎ li Dizê ya Mirgewer.

13ê Temûza 2021 a Zayînî