Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajaroka Dize ya Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê, bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Silav bi rengê sor a xwîna şehîdên Kurdistanê ku wan Kurdistan rengîn kiriye
Hemû mirovek ku li ser wê axê ye rojekê tê û canê xwe ji dest dide, lê kêm nînin ew kesên ku canê xwe goriyê gel û nîştimanê dikin ku hemû kes di rûperên dîrokê de şanaziyê pê ve dike.
Pêşmergebûn şanaziye û şehîdbûn di rêya azadiya gel û nîştiman de bîr û bawera wan kesan nîşanê gel dide ku bizanin axa Kurdistanê çend mezin e.
Rêberên gelê kurd îsbat kirine ku ti cudahiyek di navbera wan û xelkê de nîne û bi şehîdbûna hezaran pêşmerge û her sê rêberên me yên şehîd, wê yekê dibêjine me ku ew mektebe çend bi tewanaye.
Em wekî endamên PDKÎ li bajaroka Dize ya Mirgewer, sund dixwin bi xwîna wan şehîdan, heya gihîştin bi armancên xwe ku azadiya gel û Kurdistan e, li mekteba Demokrat fêr bûne ku dest ji tekoşîn û xebatê ber nadin.
Silav li riha paqij a şehîdan
Silav li malbatên serbilind ên şehîdan
Bijî PDKÎ
Bijî Rasan
Bimrin caş û neyarên Kurdistanê
10`ê Xakelêwe a 1399`an
Endamên PDKÎ li bajaroka Dize ya Mirgewer