Endam û alîgirên PDKÎ li bajaroka Dizeya Mirgewer bi hilkefta hatina ser sala nû û newrozê, peyamek belav kirin.
Peyam wiha ye:
Silavek bi xweşiya newroza biharê
Silavek bi germiya şoreş û xebat
Agehdar bin lêre bajaroka şehîd Hatem e, lêre mala Demokrat e, her malek nîşana soz û seha pêşmerge ye, lêre bajaroka cezadana caşan e, lêre Dizeya Mirgewer e.
Em endamên PDKÎ, di wê bajaroka pêşmergeperwe de, pîrozbvahiya ser sala nû li hemû kadir, pêşmerge û nemaze malbatên serbilind ên şehîdan û hepsiyên siyasî dikin, û hêvîxwaz in ku ew sale bibe saleke pir ji xweşî bo hemû gelê Kurd û ew pêşmergên ku li çiyayên Kurdistanê bo parastina Kurdistanê xebat dikin.
Dujminê gelê Kurd baş bizanin, şoreş nasekîne heya serkevtin, em jî dibêjne wan, berxwedan jiyane serhildan jiyane û şehîdbûn şanazî ye.
Bijî PDKÎ
Bijî pêşmerge
Serkeve Rasan
Bimrin caş û neyarên Kurdistanê
Endamên PDKÎ li bajaroka Dizeya Mirgewer