Endam û alîgirên PDKÎ li bajarokê Dizeya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endamên Partiya Demokrat, bi belavkirina tirakt û poster, yên baykotkirina şanoya hilbijartina nûnerên meclîsa rejîma Îranê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Cihên ku çalakayên banghêjî hatine lidarxistin wiha ne: “Li nav tewawê kolanê bajarokê Dize, li ser rêya Dizê heya Gêsiyan, li ser rêya Dizê heya Jarawa, li ser rêya Dizê heya Girdiwan û Rêya Dizê heya Xurasib.
Endam û alîgirên PDKÎ, di dema ku, şanoya hilbijartina nûnerên meclîsa rejîma Îranê ji aliyê Partiyên Kurdî ve hate baykotkirin, bi berdewamî çalakiyên banghêjî lidar xistine û bi wan çalakiyan ew şanoye baykot kirine.