Roja Sêşemî 5`ê Çiriya Pêşîn a 2021`an, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gundê “ Mîrawê” ser bi bajarê Şinoyê çalakiyên teblîxî lidarxistin.
Endamên hizbê di vê çalakiyê de li ser dîwarên malên gundê “ Mîrawê” dirûşmên wekî “ Şehîd Akam rêya te wê bidome û Rasan berdewame” nivîsîne.
Endam û alîgirên hizba Demokrat bi nîşandana piştevanî li hizba Demokrat û nîşandana emegdariya xwe bo hizbê peymana domandina rêbaza şehîdan nû kirin.