
Endamên PDKÎ li derheq belavkirina fîlm û belgefîlm li ser Partiyên Rojhilat û çewtekariyên rejîma Îranê li derheq xebata wan Partiyan, bona piştevanîkirin li Partiyên Rojhilatê peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama endam û alîgirên PDKÎ li “Niyer”, bona şermezarkirina çewtekariyên ragihandinên rejîma Îranê li derheq kesayetiya “Dr. Qasimlo” û meşa xebata çekdarî li Kurdistanê.
Her wekî agehdar in, li doma bêrêzîkirinên ragihandinên rejîma Îranê bi xelkê Kurdistanê, çend roj berî niha, deng û rengê parêzgeha “Sinê” bi bêşermiyeke tewaw, bi belavkirina belgefîlmek ya bi navê “Lebêyê Tîx”, xwestine kesayetiya şehîd “Dr. Qasimlo” û Partiyên Rojhilat û herwisa xebata çekdariyê, bê nirx pênase bikin.
Armanca berçav a rejîmê ji wê çewtekariyê, xelitandina hizra xelkê li derheq Partiyên Rojhilat û xebata rewa ya gelê me ye; Lê bervajî, bawerî û îradeya xelkê Kurdistanê bi Partiyên xwe gelek ji wê yekê kûrtir û qahîmtir e ku bi sîvikatîkirinê bê xelitandin; Xelk niha xwendevar, şiyar û agehdartir ji berê, xwe û mafên xwe nas dike û rêbaza xebat û azadiyê hildibjêre.
Lewma em endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Niyer”ê, tekezî li ser soza xwe ya emegdariyê dikin û radigehînin ku heta dawî henase, em rêvîngê rêbaza bi şan û serweriya “Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û Şerefkendiyên rêber” in.
Bi rêya wê peyamê ve, em daxwazê li hemû bikirêgirtiyên rejîmê dikin ku êdî zêdetir şerafeta xwe nefroşin û bizivirine hembêza mezin a gelê xwe.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Niyer
12`ê Rêbendana 1399`an a Rojî