
Endamên PDKÎ li Şinoyê bi lidarxistina çalakiya banghêjî, piştevaniya xwe li PDKÎ dubare kirin û li dijî dujminên gel helwîsta xwe nîşan dan.
Şewa Dûşemî 16ê Reşemê, têkoşerên PDKÎ li ser rêyên “Sino-Urmiyê”, “Şino-Sergîz” û gundê “Xaltawê”yê, bi nivîsandina siloganan çalakiya xwe encam dane.
Têkoşerên Demokrat bo biştevanîkirin li PDKÎ, siloganên wekî: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Şehîdan Qazî, Qasimlo û Şerefkendî rêbaza ve berdewam e û serbikeve Rasana Çiya û Bajar” nivîsandine.
Herwisa endamên PDKÎ bi nivîsandina “Merg û neman bo caş û Spaha Pasdaran a terorîst” helwîsta xwe li dijî rejîma Îranê dubare kirine.