Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ piştevaniya xwe ji PDKÎ yê re dubare kirin

18:14 - 15 Gulan 2022

Endam û alîgirên PDKÎ bi lidar xistina çalakiyên piropagendeyî, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat û Hêza Pêşmergê Kurdistanê dubare kirin, Herwisa êrîşa mûşekî a Spaha Pasdarana rejîma Îranê bo ser çiyayên Kurdistanê şernmezar kirin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Şinoyê bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û logoya Pêşmerge, îradeya polayîna xwe dane xuya û di peyamekê de ragihandin: “Em Pêşmergên Bajar li Sinoyê, piştevaniya xwe ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê re radigehînin û xwe bi hêzek cuda ji pêşmergên qehreman nizanin û hertim Hêza Bajar wekî piştevanê bingehîn a Hêza Pêşmergê Kurdistanê tê meydanê û gef û êrîşên rejîma terorîst ya Komara Îslamiya Îranê vê hêzê qahîmtir dike û ti hêz û desthilatek nikare rê ji îradeya polayîna vê hêzê bigre.

Herwisa di vê peyamê de hatiye: “Êrîşên mûşekî ên Spaha Pasdaran a terorîst bi tundtirîn şêwazî şermezar dikin û zêdetir ji hemû caran piştevaniya xwe ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê re radigehînin”.

Herwisa endamên PDKÎ li “Qelata Şa” girêdayê bajarê Mehabadê bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û danîna axabaniyan, dilsozî û emegnasiya xwe bo PDKÎ û xebata gelê Kurd dubare kirin”.

Ji aliyek din ve Pêşmergeyên Bajar li devera Jawero ya girêdayî bajarê Sineyê li gundê Tengîserê, tevî şermezarkirina êrîşa Spaha Pasdaran a terorîst bo ser çiyayên Kurdistanê, bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û danîna wêneyên “Dr. Qasimlo” piştevaniya xwe ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re dubare kirin.