Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ û pêşmergên bajar li bajarê Peswê çalakî lidar xistin

12:46 - 22 Gulan 2021

Endamên nihênî yên PDKÎ û pêşmergên bajar yên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li bajarê “Peswê” de bona tekezîkirin li ser soza xwe digel rêbaza şehîdan li ser tirba şehîd û li mizgevta bajarê Peswê de çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêşmergeyên bajar ên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” û endamên nihênî yên PDKÎ li bajarê “Peswê” bona tekezîkirin li ser soza xwe digel rêbaza şehîd “Luqman Mêhfer” li ser tirba şehîd “Resûl Menaf” çalakî li dar xistin û bi wî awayî dane xuya ku hertim bona cîbicîkirina her erkekî Hizbî ku bi wan bê spartin amade ne.

Herwisa têkoşerên demokrat li roja Înê, 21ê Gulanê, li mizgevta “Cami`i a Hz. Ayîşe” a bajarê “Peswê” de li dema nivêja nivro de, li wê mizgevê wêneya şehîd “Luqman Mêhfer” li diwarê wê mizgevtê dane ku bi qasekî xelk ji wê çalakiyê keyfxweş bûne ku tevî rêgiriya hêzên rejîmê, xwestine digel wêneya şehîd “Luqman Mêhfer” weneyan bigrin.

Ew çalakiyên endamên nihênî yên PDKÎ û pêşmergeyên bajar ên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” li bajarê “Peswê” bûye cihê dilxweşî û keyfxweşiya xelkê wî bajarî.

Pêşmergên bajar û endamên nihênî li bajarê “Peswê” dubare tekezî li ser soza xwe digel rêbaza şehîdan kirine û amadebûna xwe bo her erketî Hizbî li her demekê de ragihandine.