Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKΔyên bajaroka Dizê a Urmiyê peyameke pîrozbahiyê arasteyî PDKÎ kirin

12:35 - 12 Tebax 2020

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bajaroka Dizê a girêdayê bajarê Urmiyê peyameke pîrozbahiyê bi helkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina PDKÎ arasteyê PDKÎ kirin.

Endamên PDKÎ di bajaroka Dizê de, tevî pîrozkirina 75emîn salroja avakirina PDKÎ di 25ê Gelawêjê de, soza wefadariya xwe digel PDKÎ nû kirin û amadebûna xwe bona cîbicîkirina her biryareke PDKÎ dane xuya, û nameyeke pîrozbahiyê bo PDKÎ şandin.

Deqa peyamê wiha ye:

Em endamên PDKî di bajaroka Dizêya bajarê Urmiyê de, 75emîn salroja avakirina PDKÎ, li rêberên şehîd “Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê û Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hîcrî” û endamên Navenda Siyasî, kadir û pêşmerge û endamên rêkxistina nihênî û pêşmergên Bajar û Çiya, malbatên serbilid yên şehîdan û hepsiyên xweragir yên siyasî pîroz dikin, û em  radigehînin ku heya dawî dilopa xwîna xwe, emê dê doza şehîdan bidomînin û amadene bona cîbicîkirina her erkekî Hizbê di her cihekî Kurdistanê de, ji Mako heya Îlamê, dê axa pîroz a Kurdistanê biparêzin.

Bijî PDKÎ

Serbikeve Rasan

Merg û neman bo Spaha Pasdaran a terorîst