
Kurdistanmedia: Beşek ji berpirsên gundên Merîwanê bi nivîsîna nameyekê, dest ji karê xwe kêşan.
Roja Çarşemî 10`ê Gelawêja 1397`an, beşek ji endamên şêvr û herwisa muxtarên gundên weke “Sawcî”, “Kanî Çermû”, “Derwaran”, “Pîrsefa”, “Serdoş” û herwisa çend gudên din yên girêdayî devera “Xaw” û “Mîrava ya bajarê Merîwan”ê, bi sebeba pisgirêkek ku tûşî kartên elekteronîkî bûye, ji wergirtina qazanca mi`amilekirinên sînorî bê par bûne, û piştî hewl û bi dûre çûneke zêde, ji aliyê tu berpirsekî ve, bersiva daxwazên van nehatiye dan, her bi vê sebebê jî bi nivîsîna nameyekê ragehandine ku heta pirsgirêkên wan neyên çareserkirin ev ji karê xwe vedikêşin.
Di vê nameyê de 21 kes ji muxtar û endamên şêvra van gundên ku ev nameya vajo kirine hatiye ku, pirsgirêkên kartên elekteronîkî ji bo birêvebirina karûbarên pêwendîdar bi gundan arîşe dirust kiriye û daxwaz kirine da ku vê nedadpewerveriyê di nav xelkê gundên sînorî de çareser bikin.