Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endazyarekî ciwan di bajarê Paweyê de, dawî bi jiyana xwe anî

11:33 - 14 Îlon 2020

Bi hegera hejarî û belengaziyê, endazyarekî ciwan ê xelkê bajarê Paweyê dawî bi jiyana xwe anî.

Roja Yêkşemiyê 13ê Îlona 2020an, Endazyarê Berqa pîşeyî, bi navê “Dana Cami`î”, temen 22 salî û kurê Enver, xelkê gundê “Zerdûyî” ya girêdayê bajarê Paweyê, bi hegera destkurtî û givaşa aborî, dest avêt bi xwekujiyê û dawî bi jiyana xwe anî.

Ew endazyarê ciwan ê Kurd, bêkar bû, piştî hinde sal xwendin û bidestveanîna birwanama endazyariyê di rişta Berqa Sen`etî de, çi karek dest wî nekevt û rejîmê kar neda wî.

Lewma rewşa aboriya wî û malbata wî gelek xirab bû, nebûna kar û bê dahatî û dest tengîyê givaş xistibû ser, ku roja yekşemî 13ê Îlonê, pê çeka nêçîrvaniyê ya xwe dawî bi jiyana xwe anîbû.