Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endazyarekî xelkê Birîtaniya bi sedema binpêkirina dorpêçên Amerîka li dijî Îranê hate cezakirin

12:08 - 19 Kanûna pêşîn 2020

Endazyarekî xelkê Birîtaniya yê bi navê “Kalîn Fîşêr” bi sedema binpêkirina dorpêçên Amerîka yên li dijî rejîma Îranê ji aliyê wî welatî ve hate dadgehîkirin.

Roja Înê 18ê Kanûna Pêşîn, Endazyarekî xelkê Birîtaniya yê bi navê “Kalîn Fîşêr” bi sedema binbûkirina dorpêçên Amerîka yên li dijî nefta rejîma Îranê ji aliyê dadgeha îyaleta “Florida” a Amerîkayê ve hate dadgehîkirin û bi 2 sal û 6 mehan girtîgehê hate cezadan.

“Kalîn Fîşêr” hewl dabû ku tûrbîn û emrazên taybet bi tûrbînan ku bona navendên bîrên neftê Îranê hewce ne, bi awayê neyasayî û bi qaçaxî bo Îranê bişîne.

Pêka zaniyariyan nirxa wan alavên pîşeyî û tûrbîn bi qasî 500 hezar dolar e.

Berê jî kesekî Amerîkayî yê bi navê “Cêymz Miharg” ku birêveberê kompaniyeke girêdayê ticaret digel “Kalîn Fîşêr”e hatibû binçavkirin û bi 3 sal û 4 mehan girtîgehê hatibû cezadan.

Dorpêça Amerîka li ser nefta rejîma Îranê bona givaşa herî zêde li ser rejîma Îranê, tev kesên ku bi her awayekî pêwendî bi ticaret an veguhastina nefta rejîma Îranê hebin li xwe digre û wan rastî ceza û tehrîman dike.